Here naverokê

Proto-îranî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Proto-Îranî hat beralîkirin)
Proto-îranî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Zimanê proto-îranî[1] proto-zimanê şaxê zimanên îranî yê malbata zimanên hind û ewropî ye. Ji ber vê yekê proto-îranî bav û kalê zimanên îranî yên wekî farisî, peşto, sogdî, zazakî, osetî, mazenderanî, kurdî, talîşî û yên din e. Axaftvanên wê, proto-îraniyên hîpotetîk, tê texmînkirin ku di hezarsala 2em BZ de jiya ne û bi gelemperî bi asoya arkeolojîk a Andronovoyê ve girêdayî ne (binêre hind û îranî).

Proto-îranî zimanekî satem bû ku ji zimanê proto-hind û îranî derketiye, ku ji zimanê proto-hind û ewropî hatiye. Bi îhtîmaleke mezin ji hezarsalek kêmtir ji zimanê avestayî û kêmtirî du hezar salan ji proto-hind û ewropî veqetiya ye.

  1. ^ Liverani, Mario (4 kanûna pêşîn 2013). The Ancient Near East: History, Society and Economy (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-134-75091-7.